Yekitiya Ragihandina Jin bi boneya salvegera damezirandina xwe ya 6’emîn daxuyaniyek da.
YRJ’ê diyar kir ku jinên rojnamevan hêza xwe ya şikandina bendan û ragihandina dengê civakê îsbat kir.
Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) bi boneya salvegera damezirandina xwe ya 6’emîn daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
Di salvegera 6’emîn a damezirandina YRJ’ê de, em bi serfirazî xebat û têkoşîn rojnamevanên jin a di rêya parastina heqîqetê de meşandine, bi bîr tînin.
Em bi rola jinan di avakirina çapemeniyeke azad, pîşeyî û demokratîk de bawer in ku hêviyên civakan ên azadî, edalet û wekheviyê nîşan dide.
YRJ: Jinên rojnamevan hêza xwe ya şikandina bendan û ragihandina dengê civakê îsbat kir
YRJ’ê da zanîn ku jinên rojnamevan hêza xwe ya şikandina bendan û ragihandina dengê civakê îsbat kir.
YRJ’ê got, li Sûriyê rojnamevanên jin li gel binpêkirin û kiryarên komên çekdar ên cuda û artêşa Tirk û DAIŞ’ê de berdêlên giranbuha dan.
Em bang li dezgehên ragihandinê, saziyên hiqûqî yên herêmî û naveteweyî dikin ku xebatên parastina jinên rojnamevan zêde bikin.
Hesab ji binpêkeran bipirsin û mafên jinan mîsoger bikin da ku xwe bigihînin agahiyan û bi awayekî çalak beşdarî avakirina xîtaba ragihandinê bibin.



