Xelkê bajarê Hesekê cenazeyê şervanê HREˊyê şehîd Şervan Heleb oxir kir, soza şopandina rêça şehîdan û berdewama têkoşînê ji bo pêkanîna armancên wan da.
Merasîmê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Dûre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Xilûd Xelef sersaxî da malbata şehîd û diyar kir ku destkeftiyên heyî bi saya fedakariyên şehîdên di oxira parastina axê û gelê xwe daye de ne.
Li aliyekî din jî fermandarê Meclisa Leşkerî ya Hesekê Dêrsim Hesekê sersaxî da malbata şehîd Şervan û got şehîd Şervan wêrek û têkoşer bû, li dijî êrişên li ser nasnameya gelan û pêkanîna komkujiyan canê xwe feda kir.
Dêrsim Hesekê got ew ê şopdarê şehîdan bin û têkoşîna ji bo pêkanîna armancên wan bidomînin.
Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin û cenaze di nava diruşmên şehîd namirin de hat definkirin.



