Rejîma Îranê li herêma Mahabadê oparasyonek berfireh pêk anî.
Li herêmê şerek dijwar pêk hat.
YRK ragihand ku 4 hevrêyên wan şehîd bûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YRK li ser mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Li gorî daxuyaniyê,
Ji şeva 27’ê Hezîranê ve li gundê Gageş û devera wê operasyoneke berfireh a hêzên Supayê Pasdaran dest pê kiriye.
YRK dibêje hêzeke mezin bi çekên giran êrîşî cihên wan kiriye.
Hate gotin, di şer de ji pasdarên îranê jî kuştî û birîndar hene.
YRK’ê dazanîn ku 4 hevrêyên wan şehîd bûne ku du jin û du xort in.
Hevêyên me heta dilopa xwîna xwe ya dawî şer kirine û gihiştine asta şahadetê.
Hat gotin wê piştre nasnameyên wan dema pêş de bi raya giştî re werin parvekirin.
Di dawiya daxuyaniyê de YRK dîsa bal kişand ser siyaseta xwe ya “xeta sêyemîn” û got;
Eger êrişên li ser hêzên me dewam bikin, em ê bersiveke cûda bidin.



