Berhema genim a li bajarê Siwêdayê îsal ji ber barana zêde, hilberînek bilind tomar dike.
Endazyara çandiniyê Emanî El-Hasbanî diyar kir ku ev yek derfetekê dide ji bo xurtkirina ewlehiya xwarinê, lê rûbirûbûnên wekî pirsgirêka depokirinê û firotinê li pêşiya cotkaran dibin asteng
Di bin siya demsalek baranê de, ev bihar di nav salên dawî de wekî yek ji demsalên herî baş tê hesibandin.
Di vê demsalê de, berhema genim li Sûriyê wek berhemeke stratejîk û stûna bingehîn a ewlehiya xwarinê, dîsa dikeve navenda baldariyê.
Endazyara çandiniyê Emanî El-Hasbanî diyar kir ku berhema genim îsal bi saya barana zêde hilberînek bilind dîtiye û ev yek bi rengekî zelal li ser mezinbûn û zêdebûna berhemdariyê xuya dike.
Emanî El-Hasbanî tekez kir ku tenê pirbûna hilberînê têr nake ku demsal mîna serkeftî bê hesibandin:
“Serkeftina her demsalek çandiniyê tenê bi asta berhemê nayê pîvan.
Bi şiyana cotkaran a li ser parastina hilberîna xwe, firotina wê û bidestxistina dahateke dadperwer ku lêçûnên çandiniyê derxe, tê pîvandin.”
“Zirara li ser sîstema depokirin û koçberiyê”
Her wiha kişand ser wê yekê ku hejmarek depo û embar di bûyerên Tîrmeha sala borî de hatine şewitandin, ku ev bû sedema ziyanên mezin di binesaziya genim de.
Vê rewşê hewcedariyeke lezgîn ji bo avakirina depo û embarên nû yên herêmî afirandiye da ku parastina hilberînê di rewşên awarte de mîsoger bibe.
Emanî diyar kir ku werza niha derfetekê ji bo avakirina depoyeke stratejîk çêdike, lê ji bo vê yekê planeke giştgîr a birêvebirinê pêwîst e.
Pêkanîna vê yekê hewceyî hevkariyê ye di navbera cotkar, koçberên li derveyî welat û saziyên çandiniyê de.
Ji bo ku embarên nû li gelek cihan bên avakirina û ewlehiya depoyê xurt bibe.
Emanî El-Hasbanî di dawiyê de destnîşan kir ku qonaxa bê hewceyî hevkariyeke rastî ye di navbera her aliyekî de û got:
“Ji ber ku parastina vê berhemê tê wateya parastina yek ji girîngtirîn hîmên ewlehiya xwarinê li Siweydayê û mîsogerkirina paşeroja herêmê.”



