Li Dêrazorê çekdaran êrişî 3 welatiyan kir.
Kesek hat kuştin û 2 kes birîndar bûn.
Li parêzgeha Dêrazorê di êrişa çekdarên nenas de kesek hat kuştin û 2 kes birîndar bûn.
Li gorî ajansa Hawar’ê, çekdarên nenas gule li 3 kesan reşandin.
Di encamê de Ebada Hesen El Mûsa hat kuştin û Enwer Ehmed El Kerût û Yasîn El Emaş birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Eyşe ya li bajarê El Bukemalê.



