Rêber Apo peyamek ji rojnameya Komînal re şand.
Peyman bi sernavê “Divê ne tenê teoriyê hilberîne, di heman demê de xetekê biafirîne ku rêyên pratîkî jî vedike” bû.
Tê de dibêje , pêwîstî bi xeteke weşanê heye ku di nava jiyanê de bersiva xwe dibîne.
Rêber APO di peyama xwe de anî ziman ku xuya ye hûn hewl didin çarçoveyeke teorîk a xurt ava bikin û got:
“Xuya ye hûn hewl didin çarçoveyeke teorîk a xurt ava bikin.
Lê belê niha pêwîstî bi xeteke weşanê heye ku di nava jiyanê de bersiva xwe dibîne.
Civakê bi rêxistin dike û rê û rêbazên pratîkî diafirîne.
Ji ber vê yekê, di wê baweriyê de me ku divê hûn bi taybetî giraniyê bidin ser sernavên rêxistiniya pratîkî.
Di heman demê de divê bibe dengê avakirina civakî, polîtîk û îdeolojîk a dema nû, bibe hêza diyarkirina rêgeha serdema nû.”



