Serokê YNK’ê Bafil Talebanî piştî îmzekirina hevpeymana li gel Tevgera Nifşê Nû bal kişand ser rewşa Herêma Kurdistanê.
Bafil Talebanî destnîşan kir ku ji niha şûn ve xelkê Herêma Kurdistanê û Iraqê wê li benda siyaseteke nû ya cuda bin.
Talebanî anî ziman ku ev peyman di dîroka siyasî ya Kurdistanê de weke “rojeke nû” pênase kir.
Serokê YNK got, gelek soz dane gel û dê girêdayî wan sozan bin.
Bihuşteke me heye û em nizanin çawa xizmetê jê re bikin.
Serokê YNK’ê Baifl Talebanî da xuyakirin ku hikûmetek û rêbazeke rêveberiyê dixwazin ku ji ya berê cuda be û wiha berdewam kir.
Hikûmet dê bi tirs, çavtirsandin, gendeliyê û bêrêziya li hember gel nemeşe û dema ev yek kirin dê bibin sedema hilweşîna hikûmetê.
Têkildarî nêzîkatiya YNK’ê jî Bafil Talebanî anî ziman ku YNK’ê hemû hêz û têkiliyên xwe ji bo parastina statûya Herêma Kurdistanê bi kar aniye.
YNK’ê ji bo gel gelek qurbanî daye û berpirsiyariyeke mezin girtiye ser xwe.
Îro, em hêza yekem li ser asta Kurdistan û Iraqê ne.
Li ser berfirehkirina hevpeymaniyê jî Talebanî anî ziman kû
Deriyê Hevpeymaniya me ji bo dijberiyê, partiyên îslamî û heta (PDK) re jî vekiriye ku bibin beşek ji vê pêvajoyê.



