Senatorê Partiya Keskan a Awûstralyayê David Shoebridge komkujiya Şengalê xist rojeva parlamentoya federal Awustralyayê.
Axaftina senator David Shoebridge bi vî rengî ye:
Di 3’ê Tebaxê de cîhan wê Roja Reş bi bîr bîne ku DAÎŞ’ê di sala 2014’an de, li dijî gelê Êzidî yê li Şengalê dest bi qirkirinê kir.
Bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin.
Bi hezaran jin û zarok hatin revandin û di nava şert û mercên gelek giran de weke kole hatin firotin.
Yek ji rûpelên herî tarî yên dîroka modern bû.
Gund bi temamî hatin tunekirin, malbat ji hev hatin qutkirin û gelek kesên sax man jî bi travmayên psîkolojîk ên demdirêj ketin.
Niha jî têkbirina DAÎŞ’ê nayê wê wateyê ku ev travma yekser ji holê rabû.
Piştî demeke ji zêdeyî deh salan, civaka Êzidî hîn jî hewl didin ku bandora qirkirinê ji ser xwe biavêje.
Guherînên siyasî, şerê ku dewam dike û hikumeta ku nû li Sûriyeyê ava bû.
Her çend rayedaran ragihandin ku wê hindikahiyên olî û etnîkî biparêzin, gelek Êzidî ji ber zilma ji dîrokê ve, naha li hin herêmên Sûriyeyê bi fikar in.
Davîd dibêje, hîn jî bi tirsa ji bûyerên sala 2014’an ên li nava civaka Êzidî dihesim.
Travmaya qirkirina 2014’an hîn jî bandorê li paşeroj û ewlehiya gelê Êzidî dike.



