19 gorên komî di nava 6 mehan de li Sûriyê hatine dîtin, di van goran de 186 kes hene.
Çavdêriya Mafê Mirovan ya Sûriyê eşkere kir ku di nava 6 mehan de 19 gorên komî li Sûriyê hatine dîtin.
Li gorî Çavdêriyê di van 19 goran de 6 jin û 10 zarok bi giştî 186 kes hene.
SOHR destnîşan kir ku dîtina gorên komî tê wateya ku heta niha mijara kesên winda û girtiyan heta niha nehatiye girtin, ev kar jî ji aliyên peywendîdar tê xwestin
Her wiha Çavdêriya Mafê Mirovan ya Sûriyê daxwaza avakirina komîteyeke serbuxwe û pispor kir da ku van goran vekin û li gorî pîvanên navdewletî nasnameya kesên mirî were naskirin û termên wan bidin malbatên wan.



