Dîroknas Sedat Ulugana 6 wêneyên resen ên ku piştî darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî de hatine kişandin derxist holê.Ev wêne cara yekem di Stêrk TV de hatin weşandin û wekî belgeyên girîng ên ku heta niha derneketine holê ne.
Dîroknas Dr. Sedat Ulugana yê ku akademîsyenê Zanîngeha Freie ya Berlînê ye 6 wêneyên resen ên ku piştî darvekirina pêşengên Berxwdana Dersimê ya 1937-38’an Seyîd Riza û hevalên wî hatine kişandin derxist holê.
Wêne cara yekem di Stêrk TV de hatin weşandin.
Îhsan Sabrî Çaglayangîl ê ku tê gotin şahidê darvekirinê ye,
Dibêje ku wêneyên ku di dema darvekirinê de hatine kişandin bi rêya alîkarê Wezîrê Karên Hundirîn ê wê demê Şukru Kaya ve nîşanî Mustafa Kemal Ataturk dane.
Ataturk jî bi gotina ku ev wêne dibe ku di civaka Kurd derî li ber bertekan veke, xwestiye ku tevî fîlmên wê bên tunekirin.
Seyîd Riza, kurê wî û serokên eşîrên din ên Dersimê di 15’ê Mijdara 1937’an de li Meydana Genim a Xarpêtê hatin dsrvekirin.
Ulugana ê ku xwe gihand 6 wêneyan diyar kir ku bi hişmendiya wênekêşiya bîranînê yê wê demê li ser kaxeza wêneyê hatiye çapkirin û wêneyên resen in.
li pişt wan cenderme û leşker rêz bûne û girseyek sivîl ên bûyerê temaşe dikin tên dîtin.
Di hin wêneyan de avahiyên kevirî yên cemaweriyê, di hin wêneyan de dikanên li Meydana Genim hene.
Ev yek nîşan dide ku darvekirin li sêdarên ku li noqteyên cûda yên meydanê hatine danîn, pêk hatine.
Ulugana anî ziman ku di wêneyan de rû û lingên Seyîd Riza, kurê wî û serokê eşîrê din bi hibra tarî hatiye nixumandin ev wêne bi salan di cihên taybet de hatine veşartin.
Navên kesên hatine darvekirin ên ku di wêneyan de ne ev in:
Seyîd Riza, Resîk Huseyîn (kurê Seyîd Riza), Seyîd Huseyîn (serokê eşîra Kureyşan-Seyhan), Findik Axa (kurê Kamer Axa yê ji Yûsûfanê), Hasan Axa (kurê serokê eşîra Demenanê Cebraîl Axa), Hasan (kurê Ulkiye ji eşîra Kureyşan) û Elî Axa (kurê Mîrza Elî).



