Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo peyama sersaxi da dayika Sakîne Qaraqoçan.
Destnîşan kir ku dayika şehîd Selvî Tepe ku jiyana xwe ji dest da, rêberek baweriyê a kevneşopiya baweriya Elewiyan bû
Di tevahiya jiyana xwe de di nava helwestekî demokrat de piştgirî da Têkoşîna Azadiyê.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo dayika Sakîne Karakoçan (Gonul Tepe) Selvî Tepe ku jiyana xwe ji dest da, peyama sersaxiyê da.
Di peyamê de wiha hate gotin:
Em sersaxiyê ji malbat û hezkiriyên dayika xwe Selvî ku di heman demê de dayika şehîdekî ye, dixwazin.
Hevseroka Konseya KCK anî ziman, di Elewiyan de ne tenê mêr, jin jî dibin rêbera baweriyê.
Rêbertiyê ji îbadetan re jî dikin. Dayika hevala me Sakîne Karakoçan jî, ji vê kevneşopiyê hatiye.
Di çanda Elewîtiyê de, rabûna li dijî bê mafî û zilmê nirxekî girîng e.
Ji ber ku malbata Tepe jî neheqiyên li ser Kurd û Elewiyan ji nêz ve dîtine, helwestekî demokratîk û welatparêz raber kirine.
Heta îro jî wekî aliyên têkoşîna me, piştgiriya xwe dane.
Hat gotin, dayika me Selvî wê di cihê xwe ya nû de bi aramî raze.
Ji ber ku têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê me û hesreta wê ya aştiyê wê teqez bi ser bikeve.



