Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a girêdayî DYE’yê HRANA diyar kir ku rejîma Îranê 60 girtiyên jin ji Girtîgeha Qerçekê veguhest Girtîgeha Evînê.
Hatiye diyarkirin ku piştî girtiyan li dijî veguhestinê û qerebalixiya li girtîgehê nerazîbûn nîşan dane, gardiyanan êrişî ser girtiyan kirine.
Gefa ji hev qutkirinê li girtiyên ku cezayê darvekirinê li wan hatine birîn kirine.
Her wiha du girtiyên bi navên Mehsa Nurî û Fereh Nesacî şandin hucreya takekesî.
Her wiha hatiye diyarkirin ku gardiyanan li girtiyên bi navê Gilare Ebasî û Dunya Husênî dane.
Hatiye gotin ku tevî berpirsên girtîgehê soza çareserkirina pirsgirêkan dane, lê hîna jî ti guhertin neketiye rewşê.



