Li bajarê Siwêdayê malbatan û kesûkarên windahiyan daxwaza çarenûsa windahîyên xwe kirin
Xewpêşandan bi diruşma ”Em doza wan di wijdanê xwe de hildigirin” zelalî û çarenûsa girtî û kesên winda û azadkirina wan hat lidarxistin.
Bi armanca piştgiriya kesûkarên girtî û windayan, Tîma Sened bi hevkariya Rêxistina Beytî Ena Beytek (Mala Min Mala Te Ye) xwepêşandanek li bajarê Şehba yê Siwêdayê li dar xist.
Di xwepêşandanê de ku bi dirûşma “Em doza wan di wijdanê xwe de hildgirin” hat lidarxistin
Wêneyên girtiyan û kesên winda hatin hildan.
Pankartên bi nivîsên diyarkirina çarenûsa wan û azadkirina wan jî hatin vekirin.
Xwepêşandêran, peymanên wekî “Doza girtî û windayên bi darê zorê dozeke mirovî ye” da.
Xwepêşanderan bang li aliyên têkildar û rêxistinên zagonî û mirovî kirin ku ji bo çarenûs û azadkirina wan bi awayekî cidî bikevin tevgerê.
Her wiha bang hat kirin ku li gorî zagonên navneteweyî hesab ji berpirsên rewşên windakirinên bi zorê bipirsin.



