Îranê doh bi şev bi droneyê êriş bir ser baregeha Partiya Demokrat a li herêma Dêgele ya li Hewlêrê.
Hate ragihandin ku êrişa destpêkê bi balafireke bêmirov a bombebarkirî li hemberî baregeha Partiya Demokrat hatiye kirin.
Li gorî heman çavkaniyê êrişa duyemîn bi fuzeyan li navçeya Çoman a herêma Balekayetî hate kirin.
Heta niha têkildarî zerar û ziyanên madî û canî ti agahî nehatine belavkirin.
Lê piştî êrişê agir bi deverê ket. Piştre tîmên agir kuj şewatê kontrolkirin.
Hêjayî gotinê ye ku tevî agirbest û lihevkirina di navbera Amerîka û Îranê de, lê êrişên rejîma Îranê dewam e.



