Komîsyona Mafên Mirovan ya KNK’ê bertek nîşanî pêla darvekirinê ya Komara Îslamî ya Îranê da:
KNK’ê bang li NY û YE’yê kir ku tavile destwerdanê bikin.
Komîsyona Mafên Mirovan ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) derbarê pêla darvekirinê ya berdewam li Komara Îslamî ya Îranê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di heft mehên borî de, rayedarên Îranê hejmara darvekirinan bi berçav zêde kirine û got:
“Di nav qurbaniyan de hejmareke zêde ji girtiyên siyasî yên Kurd hene.
Ev girtî piştî darizandinek neheq û pêvajoyek dadwerî ya bêbawer cezayê darvekirinê li ser wan hatiye birîn.
Piraniya van dozan li ser tohmetên wekî gefên li ser ewlehiya niştîmanî ya sîxurî têne avakirin.”
KNK: Bi destpêkirina şer re rayedarên Îranê leza darvekirinê zêde kirin
KNK’ê diyar kir ku di dema şerê çekdarî yê di navbera Îran û Îsraîlê de , rayedarên Îranê leza darvekirinê bi awayekî berfireh zêde kirin.
Li gor daxuyaniyê hejmarek rêxistinên mafên mirovan ev gav wekî hewldanek ji bo sûdwergirtina ji mijûlbûna civaka navneteweyî şîrove kirine.
KNK: Divê tavile darvekirina girtiyên siyasî li Îranê werin rawestandin
KNK’ê da zanîn ku bikaranîna cezayê darvekirinê li dijî girtiyên siyasî, beşek ji siyaseteke sîstematîk ya çavtirsandinê ye û got:
“Ev tevger, digel îşkenceyê, îtîrafên bi zorê, bêparhiştina mafê parêzer û darizandineke dadperwer, binpêkirineke eşkere pêk tîne.
Divê NY û YE hemû hewldanan bikin da ku tavilê darvekirina girtiyên siyasî li Îranê rawestînin.
Lêkolînek serbixwe, bêalî û zelal li ser îdiayên îşkenceyê, îtîrafên bi zorê û darizandinên neheq bikin.
Fişarên dîplomatîk, qanûnî û siyasî li ser rayedarên Îranê zêde bikin da ku bikaranîna cezayê darvekirinê bi dawî bikin.
Kesên berpirsiyarê van binpêkirinên mafên mirovan yên bêrehm li gorî hiqûqa navneteweyî bidene ber lêpirsînê.”
KNK ê, dubare kir ku parastina mafê jiyanê û dadperweriyê bingehên her civakeke demokratîk in ku pabendî qanûnên navneteweyî ye.
Bêdengiya li hember vê pêla darvekirinê tenê dê bibe sedema berdewamiya bêcezatiyê ji bo sûcdaran.



