Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivî.
Berdan Ozturk anî ziman ku qanûna bê amadekirin divê bi hevdîtina bi muxataban li ser zemîneke hevpar bê avakirin û got: “Bi feraseta ‘min kir û bû’ mesele çareser nabe.”
Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, Qanûna Çarçoveyê ku derxistina wê di rojevê de nirxand.
Berdan Ozturk diyar kir ku pênasekirina rast a meseleya Kurd wê bibe gava destpêkê ya pêvajoya çareseriyê û got:
“Di vir de armanca esasî avakirina civakeke demokratîk e.
Gotin û nêzîkatiyeke bi vî rengî wê tevkariyeke xurt li pêvajoya çareseriyê bike.”
Berdan Ozturk: Gelê Kurd daxwazên rewa yên nasnameya xwe dike
Berdan Ozturk ragihand ku çareseriya meseleya Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê bi hev re ne û anî ziman:
Gelê Kurd daxwazên rewa yên nasnameya xwe dikin.
Kurd daxwaza wekheviyê li vî welatî dikin. Dixwazin hebûna xwe bi rengekî azad dewam bikin.
Dixwazin nasnameya wan bê naskirin. Zimanê xwe bi rengekî azad bi kar bînin.
Bi kurtasî Kurd daxwazên rewa yê ji ber nasnameya xwe dikin.
Berdan Ozturk: Birêz Ocalan aktorê bingehîn ê pêvajoya çareseriyê ye
Ozturk destnîşan kir ku gelê Kurd Rêber Apo weke nûnerê îradeya xwe ya siyasî dibîne.
Bi gotina wî Rêber Apo aktorekî rewa ye. Lîderek e ku gelê Kurd wî weke îradeya xwe dibîne.
Berdan Ozturk bi bîr xist ku dewleta Tirk hîn jî li ser statuya Rêber Apo gaveke hiqûqî neavêtiye û got:
Ji aliyê me ve ev mijar zelal e. Ji aliyê gelê Kurd ve jî zelal e.
Divê dewlet jî vê rastiyê bi sererastkirinên hiqûqî pênase bike.
Berdan Ozturk: Di 11’ê Tîrmehê de bang li her kesî hate kirin ku bi berpirsyariyê rabe
Ozturk gava dîrokî ya şewitandina çekan weke bangeke ji bo her kesî ya bi rabûna bi berpirsyariyê nirxand û got:
“Peyama hate dayin gelekî şênber bû. Bang li her kesî hate kirin ku bi berpirsyariyê rabe.
Heta niha diviyabû gavên şênber bihatina avêtin ku bersiv ji vê bangê re bihata dayin.
Dewlet û hikumet jî samîmiyeta xwe tenê bi sererastkirinên qanûnî û hiqûqî dikare dîne holê.
Ti hincetên taloqkirina van sererastkirinan nîne. Aliyekî bê qebûlkirin ê vê nêzîkatiyê jî nîne.”
Herî dawî got, bi feraseta ‘min kir û bû’ ev mesele çareser nabe.
Nêzîkatiyeke bi vî rengî rast nîne û heta niha jî ti pirsgirêk çareser nekiriye.



