KCK’ê ji bo dayîka aşîtiyê Bahar Bîlge peyama sersaxiyê weşand.
KCK’ê got, em dayika xwe Bahar bi rêzdarî, minet û hezkirin bi bîr tînin.
KCK’ê diyar kir ku ew weke zarokên dayikek wiha soza xwe dubare dikin ku bi berxwedan û biryardarî xeyalên wê pêk bînin.
Dayika Aştiyê Bahar Bîlge ya ku hevjînê xwe, 2 kurê xwe û 2 neviyên xwe di têkoşîna Azadiya Kurd de ji dest da û
Xwe wek “Ez dayika Serok û Kurdistanê me” dida nasîn, di 10’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest da.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo dayê Bahar peyamek sersaxiyê weşand.
KCK’ê da zanîn ku dayê Bahar Bîlge tevlî temenê xwe yê 87 salî, bi berdêlên mezin li ser piyan maye û ji bo doza rewa ya gelê xwe bimeşîne kêliyekê jî teredut nekir.
KCK’ê wiha anî ziman:
Dayê Bahar bi dilsoziya xwe ya bi Rêbertî û şehîdan re ji bo mayîndebûna aştiya demokratîk, hebûna me û destkeftiyên me têkoşîneke aktîf raber kiriye.
Em serbilind in ku zarokên dayikek wiha ne.
Di serî de malbata me ya welatparêz a hêja, em ji hevrêyên dayika Bahar Dayikên Aştiyê, gelê xwe û hemû jinan re sersaxiyê dixwazin.


