Serokê Saziya Kongra Îslama Demokratîk a Bajarê Qamişlo û berpirsê Kar û Barên Mizgeftan Mele Mihemed Seîd Mele Ebdulwehab wefat kir.
Kongra Îslama Demokratîk bi daxuyaniyekê ragihand ku Mele Mihemed Seîd Mele Ebdulwehab doh wefat kiriye.
Kongreyê diyar kir ku Mele Mihemed Seîd di jiyana xwe de di milê olî û civakî de bi dilsoziya xwedê re, rêwîtiyeke bi berpirsyatî pêşkêşî gelê xwe kir.
Ji bo xizmeta civakê, şîretkirinê û sererastkirinê gelek xebat dane meşandin.
Di daxuyaniyê de kongreyê xemgîniya xwe ya ji bo wefata Mele Mihemed Seîd nîşan da.
Sersaxî ji malbat, hevalên wî û endamên kongreyê re xwest.



