Li bajarê Humsê di êrişa çekdarên nenas de ciwanek hat kuştin.
Ciwanê bi navê Eymen El Rîfaî duh êvarî di êrişa çekdarên nenas de li nêzî çerxerêya 94’an a taxa El Hemra ya bajarê Humsê hat kuştin.
Li gorî agahiyên ku hate ragihandin çekdarên nenas ku li motorsîklêtê bûn, gule li Eymen El Rîfaî yê di erebeya xwe de bû, reşandin.
El Rîfaî di cih de hat kuştin û êrişkar reviyan cihekî nediyar.
Aliyên têkildar heya niha der barê bûyerê de tu agahî parve nekirine.



