4 ciwanên Sûrî ku birayê hev in li Almanyayê hat dadgehkirin.
Li gor dadgehê, herçar bira bi destdirêjiya li ser mamosteyekî zimanê Almanî û birîndarkirina wî tawanbar in.
Dadgeha herêmî li Itzhaw, li eyaleta Schleswig-Holstein li bakurê Almanya, çar birayên Sûrî bi sûcê hewldana kuştina mamosteyekî zimanê Almanî mehkûm kirin..
Li gor dadgehê, herçar birayên sûrî, ji mamosteyê Alman dixwazin ku nivîseke alman ji wan re binvîse lê wî dixapînin. Bi çend kêran êrişî wî dikin û bi giranî birîndar dibe.
Dadgehê biryar da ku Salih û Elî 7 sal û nîv, Omer 6 sal û Besam jî 4 salan têkevin zindanê.
Li gor lêpirsînê, sedema vê bûyerê ew e ku têkilî di navbera mamoste û dayîka herçar ciwanan de hebû.
Lê dadgehê dît ku ev sûc berê hatiye plankirin, lewra bû sedem ku ceza were hişkkirin.



