Li bajarê Hesekê ajokerên taksiyan diyar kirin ku ew bi rêya bernameya El Mustefîd benzîna xwe digirin û mîna berê nema li benda dorê dimînin.
Ajoker Mihdî El Saleh wiha got: “Niha bi rêya bernameya El Mustefîd me bi rêxistin dikin û em hemû benzîna xwe li ser karta şîrketê dayî me, digirin.”
Her wiha Ebdulkerîm El Îsa anî ziman ku berê wan li ser karta heftane 75 litr benzîn digirtin û wiha lê zêde kir:
“Ev sîstem gelekî giran bû û em hemû li benda dora xwe diman. Gelek caran berî dor bigihîjê me, benzîn bi dawî dibû û para me nedigihîşte me.
Em neçar diman ku mazotê ji bazara reş biha bikirin.”
El Îsa diyar kir ku litra benzînê li gaziyan derdora 55 sente û ev yek bandorê li ser kêriya veguhastinê dike.
Ajokerên taksî êdî bi rêya bernameya El Mustefîd a elektronîk benzîna xwe heftane digirin û pirsgirêka wan hatiye çareserkirin.
Ji bo buhayê veguhastinê ajokarên taksî gotin pirsgirêka wan a dagirtina benzînê bi rêya bernameya El Mustefîd çareser bûye.
Lê hîna madeyên sotemeniyê gelekî biha ne. Ji aliyên têkildar xwestin ku buhayê madeyên sotemeniyê dakevê û heqê veguhastinê li ser welatiyan kêm bibe.



