Artêşa Îsraîlê gundewarên Quneytîra û Derayê topbaran kirin, di encamê de zerarên madî û mirovî çênebûn.
Hêzên Îsraîlê vê sibehê derdora gundê Abidîn û zeviyên çandiniyê yên derdroa gundê Cemlê yên hewza Yermûkê yê Derayê bi obîsan topbaran kirin.
Di heman demê de balafirên keşfê li ser herêmê digeriyan.
Çavkaniyên xwecih jî dane zanîn ku artêşa Îsraîlê 3 guleyên obîsan avêtin erdên navbera gunda Berîqa û bajarokê Kodne yê başûrê Quneytîrayê.
Li gorî agahiyan, zerarên madî û mirovî çênebûne.



