Nûnerê Patrîkê Suryanên Ersozkis ê Cîhanê Patrîk Ignatius Mitran Cûzêf Balî hevdîtin bi Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Herêma Rojhilat Semîr Elî Oso û hejmarek ji fermandarên Kurd kir.
Bi daxwaznameyekê ji nûnerê Patrîkê Suryanên Ersozkis ê Cîhanê Patrîk Ignatius, Mitran Cûzêf Balî duh li navenda Patrîrikiyeyên Suryanên Ersozkis a li bajarê Helebê,
Di navbera Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Herêma Rojhilatê Sûriyeyê Semîr Elî Oso (Sîpan Hemo), Cîgirê Fermandariya Firqeya 60`î Hecî Mihemed Nebo (Çiya Kobanê),
Fermandarê Lîwaya Qamişlo Luqman Xelîl, Mitranê Heleb û Laziqiyê Betres Qsîs û Qesîs Dr. Riyad Cercûr de hevdîtinek pêk hat.
Li gorî agahiyan di hevdîtinê de behsa dosyayên girêdayî rewşa heyî, awayê pêşxistina danûstendinê û xurtkirina navbeynkariyê di navbera pêkhateyan de hate kirin.



