Serokê Saziya Îstîxbaratê ya Neteweyî (MÎT) ya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalın, danê siharê serdana Kerkûkê kir.
Hate ragihandin ku Kalin, ji aliyê waliyê Kerkûkê yê Serokê Giştî yê Eniya Tirkmen a Iraqê (ITC) Mihemed Seman ve hatiye pêşwazîkirin.
Sedema serdana Îbrahîm Kalin ya ji bo Kerkûkê nehate zanîn,
Ev serdan piştî vegera waliyê Kerkûkê Mihemed Seman ya ji Konferansa Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê, çêbûye.
Di vê konferansê de walî, daxwaz kiribû ku Kerkûk jî bibe endamê Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê û ev yek bûbû sedema nerazîbûnan.
Bafil Talebanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê civiyan
Li aliyekî din, Serokê (YNK) Bafil Talebanî li Silêmaniyê bi Îbrahîm Kalin re hevdîtin kir.
Di hevdîtinê de geşedan û guhertinên dawî hatin nîqaşkirin û girîngiya parastina aramiya herêmê hate destnîşankirin.
Li gorî Ofîsa Ofîsa Serokê YNK’ê, Pêvajoya aştiyê hate nîqaşkirin û Serok Bafil piştgiriya YNK’ê ji bo serkeftina vê gava dîrokî dubare kir.
Hate gotin ku di hevdîtinê de, her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya pêşxistina têkiliyên di navbera her du welatan de di çarçoveya parastina berjewendiyên bilind de kirin.



