Li nexweşxaneya Wetenî ya Siwêda derman kême û alavên bijîşkiyê xirabûne.
Rojane bi hezaran mirov diçin nexweşxaneyê.
Nexweşxaneya Wetenî xizmeta 150 hezar kesî dike lê ji ber nexweş zêde ne, zextê li ser çêdike.
Insiyatîfên gel û Rêxistinên Tenduristiyê yên girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) bi Gerînendetiya Tenduristiyê re dibin alîkar.
Şêniyên Siwêda anîn ziman ku bijîşk li nexweşxaneya niştîmanî û bi taybet li beşê cîrahî, singê û zarokan kêmin.
Gelekî zext li ser kadroyên tenduristiyê çêdibe û nexweş neçar dimînin ku biçin nexweşxaneyên taybet ên Siwêda yan jî biçin parêzgehên dîtir ên Sûriyeyê.
Piştî bûyera tîrmehê 2025`an li Siwêda qewimî Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta demkî ragihand ku wan destek daye gerînendetiya tenduristiyê ya Siwêda.
Û agahî dane hemû gerînendetiyên parêzgehên dîtir ên Sûriyeyê ku pêşwaziya birîndarên Siwêda bikin.
Pirsgirêka tenduristiyê li Siwêda mezin dibe
Çavdêran anîn ziman pirsgirêka tenduristiyê li Siwêda mezin dibe.
Her wiha kadroyên tenduristiyê diyar kirin ku divê hikûmet û sazî bi Gerînendetiya Tenduristiyê ya Siwêda re bidin alîkar.
Rêveberê Gerenendîtiya Tenduristiyê ya Siwêda DR. Fîras Mesûd diyar kir ku derman, pêdiviyên tenduristiyê yên Wezareta Tenduristiyê û rêxistinên dîtir didin gerînendetiya Siwêda, sînordarin û têra wan nakin.
Dr. Mesûd anî ziman ku ew hewl didin ku di demeke nêz de pêdiviyên nexweşxanê pêk bînin.



