Piştî hewldanên yasayîkirinê û xwepêşandanan, şaredariya Qamişlo buhayê jeneratorê ya meha Tîrmehê destnîşan kir.Şaredariya Qamişlo roja Şemiyê buhayê amperê jeneratorên elektrîkê yên ku li ser heşt seatan dixebitin 17,000 lîreyên Sûrî destnîşan kir.
Şaredariyê got: “Bihayê yek amperê ji bo meha Tîrmehê ji bo jeneratorên ku li ser pergala 8 seatan dixebitin 17,000 L.S ye.
Her wekî got ku yên bi sîstema 12’an dixebitin ku ji wan 8 saet bi mazota xizmetê ye, bi heft dolar û nîvan e.
Li gor Şaredariya Qamişloyê, her amperekê ceneretorên ku bi mazota serbest û 8 saetan dixebitin bi 12 dolaran e û yên 24 saetan bi 25 dolaran e.
Wan got eger xwediyê jeneratorê bi zanebûn bi niyeta paşguhkirina karê xwe wê vemirîne, dê ji bo her saetekê milyonek lîre cezayê pere lê were birîn.
Her wekî destnîşan kir ku xwediyên jeneratoran dema nirxê amperan werdigirin fatûreyên birêkûpêk peydakin,nirxa amperê di destpêka her mehê de tê destnîşankirin, tev hejmara têlefonê, roja wergirtinê û navê xwediyê jeneratorê were dayîn.
Wê diyar kir ku divê di navbera 1 û 10ê mehê de pereyan xwe bidin.
Her wiha Şaredariyê qedexe kir ku xwediyên jeneratoran ji çêkirina ampêrê daxwaza dayîna pereyan bikin
Di dawiyê de tekez kir ku çêkirin berpirsiyariya xwediyê jeneratorê ye.
Ger binpêkirin cara duyemîn dubare bibe, jenerator dê were rakirin.



