Li Amedê Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk dest pê kir.
Di konferansê de balhat kişandina ser rola hiqûqnasan ya di pêşxistina pêvajoyê de.
Hiqûqnasan gotin;
Divê ew bikarin her hefte biçin Îmraliyê û hevdîtinê li gel Rêberê Abdullah Ocalan bikin.
Li Amedê Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk bi dirûşma “Ji bo Azadî, Statu û Aştiya Hiqûqa Demokratîk” dest pê kir.
Konferansa ku ji aliyê Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê ve tê lidarxistin, bi beşdariya baroyan, saziyên mafên mirovan, hiqûqnas û nûnerên siyasî didome.
Di axaftinan de hate destnîşankirin ku pêvajoya niha derfeteke nû ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêşkêş dike û hiqûqnas divê di vê pêvajoyê de rolek çalak bilîzin.
Beşdaran bal kişandin ser pêdiviya mîsogerkirina mafên neteweyî, mafê ziman, statut û avakirina bingehek hiqûqî ya demokratîk.
“Divê hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re birêkûpêk bê”
Endamê Şandeya Îmralî ya DEM Partî parêzer Faîk Ozgur Erol jî ragihand ku Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî de silavên xwe ji konferansê re şandine.
Erol got;
Şertên pêvajoya niha hewce dike ku rê li ber hevdîtinên birêkûpêk bi birêz Ocalan re were vekirin û şert û mercên wî werin baştir kirin.
Konferans dê du rojan bidome, bi rûniştin û foruman dewam bike û bi encamnameyekê bi dawî bibe.



