Li bajarê Qamişlo Konferansa Sînemaya Rojava bi dirûşmeya ”Ber bi sînemayeke nûjen ve” tê lidarxistin.
Sînemagerên Rojavayê Kurdistanê bi armanca nîqaşkirina dahatûya sînemayê û avakirina pergalekî nû li bajarê Qamişlo Konferansekê li dar dixin.
Di roja yekemîn de wê derbarê nasname û pewira hunera sîmemayê de, di sînemaya kurd de pirsgirêkên pratîk û bikaranînê nîqaş bên kirin.
Di roja duyemîn ya konferansê de jî wê avakirna pergaleke berfirehtir û pêwendîyên sînemaya rojava bên nirxandin.
Roja siyemîn jî wê bi derxistin û nivîsandina encamnameyekê konferans bi dawî bibe.
Komîteya Amadekar ya Konferansê diyar kir ku wê nîqaşa pêşeroja sînemaya Rojavayê Kurdistanê bê kirin da ku tiştên erênî zêde bikin,



