Xelkê bajarên Dêrik û Girkê Legê cenazeyê şervanê QSDˊê şehîd Hawar Seydo defin kir û diyar kri ku divê bi rêya berdewamkirina berxwedanê û xebata li ser pêkanîna armancên şehîdan mîrasa şehîdan were parastin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Şerîf axivî û got: “Şehîdên me bi têkoşîn û berxwedana xwe welatê me ava kir, divê me şopandina rêya wan bidomînin û fedakariyên wan ji bîr nekin.”
Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Mihemed Emîn jî got: “Bi saya fedakarî û xwîna şehîdan, serkeftin garantiya pêşeroja me ye.”
Emîn diyar kri ku ji bo parastina nirxên şehîdan û mîrasa wan hemû berpirsiyar in.
Merasîm bi xwendina wesîqeya şehîd û radestkirina ji malbatê re bi dawî bû.
(fr)



