Li piraniya parêzgehên Sûriyê ji ber sedemên cuda tevlîhevî dewam dike.
Li Siwêdayê Hêzên Parêzvanên Niştîmanî û hêzên hikumetê bi çekên navîn û giran bi hev ketin.
Li Dêrazorê jî bombeyek teqiya, 4 zarok birîndar bûn.
Li eniya Til Hedîd a rojavayê bajarê Siwêdayê Hêzên Parêzvanên Niştîmanî û hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi çekên navîn û giran bi hev ketin.
Heta niha tu agahiyên piştrast ên têkildarî zirarên mirovî û madî yên ji ber hedefgirtinan nehatin wergirtin.
Di maleke li Dêrazorê de bombeyek teqiya, 4 zarok birîndar bûn
Di malekê li bajarokê Zîban ê rojhilatê Dêrazorê de bombeyek teqiya.
Di encamê de 4 zarok birîndar bûn, heta niha sedema teqînê û hebûna bomeyê li hundirê malê nayên zanîn.
Artêşa Îsraîlê gule berdan ciwanên Derayê
Li aliyekî din jî, Artêşa Îsraîlê gule berdan ciwanên li gundewarê rojavayê Derayê yên ku li dijî hebûna Îsraîlê li herêmê derketine.
Hêzên Çavdêriya Vekişînê yên Neteweyên Yekbûyî (UNDOF) duh serdana gundewarê rojavayê Derayê kir.
Ev serdan hemwextî vegera şêniyên gundê Abidîn li malên xwe ku duh bi şev ji ber bombebaranên Îsraîlê li dijî gund û derdorê, pêk hat.



