Serokkomarê Fransayê Emanuel Macron dê serdana Sûriyê bike.
Gerînendeya Ragihandinê ya Serokatiya Hikûmeta Demkî ragihand ku dê Macron serdana Sûriyê bike da ku pêwendiyên dualî û dozên hevbeş gotûbêj bikin.
Li gor gerînendeyê, bi Serokê Fransayê re hejmarek vebirhênan û nûnerên kopmaniyên fransî jî hene.
Her wekî da zanîn ku Serokê Demkî Ehmed El-Şeri û Macron dê rûniştineke diyalogê bi beşdariya herdu şandeyan li dar bixin û tê de behsa geşedanên dawiyê yên herêmî û navneteweyî û hem jî asoyên hevkariya dualî di hemû waran de gotûbêj bikin.
Ji dema serdana Nîkolas Sarkozy ya sala 2009’an ve, serdana Macron dibe ya yekemîn serokê Fransayê.



