Komeke çekdar li bakurê Reqayê êrişî malbatekê kir û di encamê de kesek 5 kes hatin kuştin û birîndarkirin.
Hat ragihandin komên çekdar bi cilên leşkerî li bakurê Reqayê êrişî mala ciwanê bi navê Fadil Îbrahîm Hemo kir.
Di encamê de Fadil jiyana xwe ji dest da û bavê wî û 3 xwişkên wî birîndar bûn.
Çavkaniyan dane zanîn ku ji bo naskirina êrişkaran lêkolîn hatiye destpêkirin.
https://hawarnews.com/kr/li-reqaye-erisi-malbateke-hat-kirin-1-kusti-u-4-birindar



