Tirkiyê li Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê pergala radara HTRS-100 bi cih kiriye.
Îsraîl ji vê yekê nerazî ye û difikire ku ev yek dikare şopandina tevgerên wê yên hewayî li herêmê ji bo Tirkiyê hêsantir bike.
Li gorî rapora Navenda Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Alma ya Îsraîlê, Tirkiyê pergala radara HTRS-100 li Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê bi cih kiriye.
Di raporê de tê gotin, ev radara ji aliyê ASELSAN’ê ve hatiye pêşxistin, dikare qada hewayî ya Şamê, piraniya Libnanê û beşek ji bakurê Îsraîlê di navbera 150 û 185 kîlometreyan de bişopîne.
Her çend Desteya Hewayî ya Sivîl a Sûriye û balyozê Tirkiyê li Şamê vê projeyê wekî vejandina binesaziya sivîl pênase dike jî, di raporê de ev yek bi rengek cudatir tê şîrovekirin.
Li gorî raporê, pergal xwedî kapasîteyên leşkerî û îstîxbaratî ye û dikare di şert û mercên şerê elektronîk de bixebite.
Di heman raporê de hat diyarkirin ku ev gav li Tel Avîvê wekî pêşveçûnek nû tê nirxandin û fikaran dide avakirin.
Ji ber ku tê gotin, ev yek dikare şopandina operasyonên hewayî yên Îsraîlê li herêmê hêsantir bike.



