Hejmarek çalakvan û rojnamevanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê dest bi pêngavekê kiriye.
Navê pêngavê “Kobanî nasname ye”
Di wê pêngavê de dibêjin ku gerek navê Kobanî têkeve hemû belgeyên fermî de û neyê erebkirin.
Îro, li ser medya dijîtla pêngavê dest pê kir û tê de navê “Eyn El-Ereb” ji bo Kobanê red dikin.
Her wekî destnîşan dikin ku ew hemû şêweyên erebkirin û çewsandina nasnameya Kurdî red dikin.
Di nivîsên ku belav dikin de dibêjin ku nabe ezmûna rejîma Baas were dubarekirin û divê navê gund û bajarên Kurdî wekî xwe bimînin.
Kesên pêngav daye destpêkirin dibêjin ku ev nav di asta cîhanî de bûye sembola berxwedan, azadî û piraliyê, bi dîrok û têkoşîna gelê bajêr re cihê xwe di hişmendiya cîhanî de girtiye.
Ev pêngav di demeke kin de deng veda û vê gavê herkes dixwaze ku navê Kobanî û hemû bajarên Kurdan were parastin.



