Xebatên paqijkirina mayinan li derdora Serê Kaniyê û gundewarên Til Temir û Zirganê berdewam dikin.
Xebatên paqijkirina mayinan berdewam dikin da ku rêyên sereke yên Serê Kaniyê û deveran ji bo vegera koçberan bo malên xwe, werin vekirin.
Rêvebirê operasyonan ê rêxistina Reacho got, ku tîmên rêxistinê dest bi paqijkirina rêya sereke ya ku ber bi Serê Kaniyê ve diçe kirine.
Heta niha nêzîkî ji sedî 30 hatiye paqijkirin.
Wî diyar kir ku niha ew giranî didin li ser ewlekirina rêya sereke da ku ew ji nû ve were vekirin
Koçber bi hêsanî vegerin bajar û gundên xwe.
Piştre tîm dê ber bi paqijkirina gund û deverên din ve biçin.
Di heman çarçoveyê de, rêxistina MAG ya pispor di paqijkirina mayinan de li ser rêya Til Temir û Serê Kaniyê xebatên xwe didomîne.
Di heman demê de Firqeya 60’an ji bo paqijkirina mayinan ji gund û xetên pêşîn dixebite.



