Pirsgirêkên malbatî li Sûriyê dibin sedema mirina mirovan.
Li Dêra Zorê ji ber pirsgirêkeke malbatî ya kevin, kesek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.
Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan ev dîmen belav kir û eşkere kir ku ji ber pirsgirêkeke malbatî ciwanek hat kuştin û parêzvanên zeviyên petrolê jî birîndar bûn.
Heta kêliya amadekirina vê nûçeyê, tu zelaliyeke fermî ji hêla hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyê ve derneketiye.



