Wezîrê Rojhilata Navîn ê Îngiltereyê Hamish Falconer diyar kir ku li Îranê Kurd di bin zexteke giran de ne û mîna her kesî mafê wan heye ku li Îranê di nava aştî û ewlehiyê de bijîn.
Wezîrê Rojhilata Navîn Hamish Falconer bersiva fermî da pêşniyaznameya parlamenterê Îngilîz Sir Oliver Dowden a derbarê rewşa Kurdên li Îranê.
Hamish Falconer diyar kir ku Îngiltere binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî kêmneteweyên etnîkî ku Kurd jî di nav de ne yên li Îranê şermezar dike.
Falconer di nameyê de diyar kir ku demek dirêje têkiliyên Îngiltereyê bi civakên Kurd ên li Rojhilata Navîn re hene û wê têkiliya dîplomatîk ên bi civakên Kurd re berdewam bikin.
Wezîr diyar kir ku divê rayedarên Îranê pêvçûnan ji bo rewakirina tundiya li dijî gelê xwe bi kar neyne.
Falconer nameya xwe bi van gotinan bi dawî kir:
“Kurd mafê wan heye ku li Îranê di nava aştî û ewlehiyê de bijîn”
“Civaka Kurd ji damezrandina Komara Îslamî ve bi zexteke dijwar re rû bi rû ne.
Kurd jî mîna her kesî mafê wan heye ku li Îranê di nava aştî û ewlehiyê de bijîn.”



