Li navçeya Pawe ya Rojhilatê Kurdistanê pevçûn derket, di encama de 2 pasdarên Îranê hatin kuştin û 2 jî bi giranî birîndar bûn.
Piştî ku di rojên borî de Supayê Pasdarên Îranê derdora bajarê Bane bombebaran kir; li Mihabadê jî operasyona leşkerî despêkirin.
Şeva borî jî li nêzî navçeya Pawe ya li devera Hewraman a Rojhilatê Kurdistanê pevçûnek derket.
Li gor agahiyên xwecihî heta saetên dereng yên şevê di navbera komekê û hêzên rejîmê de pevçûn berdewam kiriye.
Li gor çapemeniya Îranê, di encama pevçûnê de 2 pasdarên Îranê hatine kuştin û 2 jî bi giranî birîndar bûne.
Li ser torên medya dijîtal komek bi navê (Xorî Hîwa) berpirsyartiya êrişa li dijî pasdarên Îranê girt ser xwe.
Rojên borî, Supayê Pasdarên Îranê bi sê balafirên bê mirov êrişî derdora gundê Şîwê ya ser bi navçeya Bane kiribû.



