KJAR’ê bi daxuyaniyekê şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) û Zîlan Pepûle bi rêzdarî bi bîr anî û got:
Rêxistinbûna jinan di vê qonaxa dîrokî de xwedî girîngiyeke taybet e.
Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi wesîleya salvegera 30’emîn a şehadeta Zîlan (Zeynep Kinaci) daxuyaniyek weşand.
Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin:
KJAR: Şehîd Zîlan sembola îradeya jin a azad e
Piştî şehadeta Zîlan bi sedan, bi hezaran Zîlan hafin afirandin, xeta têkoşînê û ramanê ê dewam kirin.
Gelek çalakiyên din jî di pey çalakiya lehengî ya Heval Zîlan re hatin lidarxistin.
KJAR’ê ragihand ku jinên şoreşger ên mîna Zîlanan, bi eşq û evîn gihîştina xeta Rêber Apo weke armanca xwe destnîşan kirine û di vê rêyê de bi wêrekiyeke mezin canê xwe feda dikin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku tişta Zîlan Pepûle li Merîwanê kir bi esasî xweşkirina rêya dijwar a têkoşînê ji bo jinan bû,
Em wek jin, bi yekdengî û bi pêkanîna xebatên hevpar û berxwedana komî, dikarin daxwazên ew kesên ku di rêya azadiyê de canê xwe feda kirine, bi ser bixînin.



