Iraq û Tirkiye bi awayekî demkî li hev kirin ku protokolekê ji bo hinardekirina petrola Iraq û Kurdistanê bi rêya boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê-Ceyhanê îmze bikin.
Sekreterê Desteya Wezîran ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm îro agahiyên nû li ser hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê û Iraqê zelal kir.
Amanc Rehîm têkildarî mijarê wiha got.
Her du hikûmetên Iraq û Tirkiyê îro li Enqereyê li hev kirin ku protokolek demkî îmze bikin
Da ku berdewamiya hinardekirina petrola Iraqê, tevî petrola Herêma Kurdistanê, bi rêya boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê-Ceyhan misoger bikin.
Her wisa Amanc Rehîm got.
Ev protokola demkî dê heta ku peymanek nû ya demdirêj ji bo hinardekirina petrolê bi rêya Bendera Ceyhanê were amadekirin û îmzekirin, berdewam bike.
Tê payîn ku di nav salekê de were temamkirin.
Peymana 15 salî ya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de, ku wekî ITP (Boriya Iraq-Tirkiyeyê) tê zanîn, di 27’ê Tîrmehê de diqede.”



