Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî piştî serdana Washingtonê, li Tehranê ye.
Li ser maseyê mijarên siyasî û aborî heye.
Zeydî di çarçoveya serdaneke fermî de berê xwe da Tahranê.
Li wir Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkîyan ew pêşwazî kir.
Hevkariya siyasî û aboriyê li ser maseyê bû
Li gorî agahiyên hatine weşandin, di hevdîtinê de aliyan pêşxistina têkiliyên siyasî, aborî, bazirganî û enerjiyê gotûbêj kirin.
Her wiha, pêkanîna peymanên navbera her du welatan û zêdekirina hevkariya herêmî jî bû mijarên sereke.
Iraq dixwaze hevsengiya navbera dDYA-Îranê biparêze
Zeydî berî serdanê di daxuyaniyekê de diyar kir ku Iraq û Îran bi dîrok, sînor, berjewendiyên hevpar û girêdanên gelan bi hev ve girêdayî ne.
Wî got,
Bexda dixwaze bi rêya diyalog, rêzgirtina hevdu û hevkariyê, hem ewlehiya herêmê hem jî aramiya siyasî biparêze.
Berî vê serdanê, Zeydî li Washingtonê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re jî civiyabû.
Ev serdan di dema ku Iraq hewl dide hevsengiya xwe di navbera Washington û Tahranê de biparêze, wek gava diplomatik a girîng tê nirxandin.



