Mîhrîcana Şehîd Zîlan a Werzîş û Çandê ya 6ˊemîn a bi pêşengtiya jinên ciwan li bajarê Qamişloyê, bi diruşma “Di Zîlanbûyînê de bi îdia di komînalbûyînê de bi israr in” di navbera beşdariya girse ya ciwan û şêniyan de dest pê kir.
Çalakiyên Mîhrîcana Şehîd Zîlan a Werzîş û Çandê ya 6ˊemîn a Jinên Ciwan li bajarê Qamişloyê dest pê kirin. Di bernameya îro de hejmarek çalakiyên werzîşî yên berfireh di navbera tîmên beşdar de pêk hatin.
Mîhrîcan bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Koordînasyona Jinên Ciwan Nûra Hemê axaftina destpêkê kir û got: “Şehîd Zîlan a ku xwe bi vîna azad bi çek kiriye, xwe di fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de kûr kiriye bû mînaka zindî ya ruhê hevaltiya durist. Her wiha şehîd Zîlan bi çalakiya xwe ya fedaî bû sembolek ji sembolên berxwedan.”
Nûra diyar kir ku ew wekî jin li ser şopa şehîd Zîlan in, heta pêkanîna azadiyê soza têkoşîna li ser metoda wê didin.
Dûre hunera karatê ya tîma jinên ciwan a di tîma Cizîrê de hat pêşkêşkirin. Piştre di navbera tîma Rohilat û tîma Peyman de maçek fotbolê, di navbera tîma Keleha Spî û tîma Rayn a Dirbêsiyê de maçek basketbolê hatin lîstin. Di navbera tîma Asayîş û tîma Berxwedan de jî ping pong hat lîstin.
Çalakiyên roja yekemîn ên mîhrîcanê de bi diruşmên ruhê pêşbirk û berxwedanê bilind dikin bi dawî bûn. Mîhrîcan sibe li Parka Azadî ya Qamişloyê saet 17.00ˊan bi pêşkêşkirina huneran dewam dike.



