Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYDˊê Aldar Xelîl, bi rêya postekî li ser medya civakî êrişên li ser kurdan li Til Eran û Til Hasil şermezar kir.
Aldar Xelîl diyar kir, bûyerên ku li Til Eran û Til Haselê diqewime ne ji rêzê ne, êrîşeke cidî li ser sivîlan û hewldaneke ji bo ferzkirina rastiyeke nû bi zorê ye.
Bi rêya girtin û binpêkirinên li dijî jin û ciwanên kurd tê kirin, ev yek bingehên edalet û hevkariya neteweyî têk dibe.
Her wekî destnîşan kir ku, li şûna ku pirsgirêka pêkhateyên Sûriyeyê li ser bingeha hevkariya rastîn û hemwelatîbûna wekhev çareser bikin, binpêkirina dikin.
Ev yek gefê li yekîtiya neteweyî û paşeroja Sûriyeyê dixwe.
Aldar Xelîl, daxwaza bidawîanîna hemû binpêkirinan, berdana kesên ku bi keyfî hatine girtin û vekirina lêpirsînek zelal kir, ji bo êrişkar werin cezakirin.



