Li ser rêya di navbera gundên Hemra û Tahonê yên başûrê Çilaxayê yê herêma Cizîrê de qezayek çêbû, jinekê jiyana xwe ji dest da, mêrek û zarokekî birîndar bûn.
Li ser rêya di navbera gundên Hemra û çatrêya Tahonê yên Çilaxayê de erebeyekê li ser kesên xwestin rê derbas bikin qeliband. Di encamê de jinek di cih de jiyana xwe ji dest da, mêr û zarokekî birîndar bûn.
Tîmên ambulanc û trafîkî berê xwe da cihê bûyerê, birîndar rakirin nexweşxaneya Qamişloyê.
Li gorî agahiyên destpêkê, rewşa her du birîndaran baş e. Aliyên eleqedar dest bi lêpirsîna bûyerê kir.



