Rêveberiya nû ya Iraqê li dijî qendeliyê oparasyonên berfireh pêk tîne.Serokwezîrê Iraqê biryar da hemû pere û serwetên ji gendelkaran tên standin, di hesabekî bankî yê taybet de werin komkirin.
Berdevkê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebûdî, ragihand ku wê hesabekî taybet ji bo pereyên ji dosyeyên gendeliyê hatine vegerandin veke.
Li gorî Ebûdî, tenê di operasyona herî dawî de 21 tometbar hatine girtin û operasyon wê li dijî kesên din jî dewam be.
i heman demê de, Rêveberê Gştî yê Saziya Vegerandinê di Desteya Paqijiyê de, Ebas Muteyîb jî agahiyên nû da.
Muteyîb dazanîn ku ji bo ew pereyên gendelkaran derxistine derveyî welat jî hatine blokkirin û amadekarî ji bo vegerandina wan dest pê kiriye.
er weke anî ziman ku reşnivîsa yasayeke taybet ji bo vegerandina darayiyan amade ye û di demeke nêzîk de wê pêşkêşî Parlamentoya Iraqê bê kirin.
Di van operasyonan de li Bexda, Selahedîn, Enbar û Nînowa jî gelek berpirs û parlamenter bi tohmeta gendeliyê hatine girtin.
Desthilatên Iraqê dibêjin wê ev oparasyona li dijî gendeliyê dewam be.



