Li parêzgeha Selahedînê ya Îraqê 3 mîlyon dolar, 700 mîlyon dînarên veşartî û gelek otomobîlên giranbiha, hatin desteserkirin.
Di çarçoveya lêkolînên berdewam ên dosyeya gendeliya cîgirê berê yê Wezareta Neftê Ednan Cumeylî de,
Hêzên ewlehiyê li navçeya Şirgatê ya ser bi parêzgeha Selahedîn, operasyoneke lêgerînê pêkanîn.
Duh danê êvarê hêzên ewlehiyê 3 mîlyon dolar û 700 mîlyon dînarên din ên veşartî dîtin ku li bin erdê xaniyê karmendekî parzûngeha Bêcî ya li navçeya Şirgatê hatibûn veşartin.
Li gorî agahiyan peywendiya rasterast a van pereyan bi dosyeya Ednan Cumeylî re heye.
Her wekî 4 otomobîlên modelên bilind û biha jî hatin desteserkirin.
Li gorî Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê, qasiya giştî ya pereyên ku di dosyeya Cumeylî de hatine desteserkirin,
Zêdetirî 98 milyar dinarên Iraqî û 11 milyon dolarên Amerîkî bilind bûye.



