Parlamentoya Ewropa dixwaze Tirkiye dagirkeriya xwe ya li Qibrisê bi dawî bike û leşkerên xwe vekişîne.
PE, Enkara bi binpêkirina mafên mirovan tawanbar kir û daxwaz kir ku hêzên Tirkiyê bi temamî ji giravê vekişin.
MIX
arlamentoya Ewropayê raporeke nû qebûl kir ku tê dagirkeriya dewleta Tirk a ji 1974’an ve li Qibrisê pêk anî jî heye.
Parlamento ji Enqerê xwest ku ji Qibrisê vekişe.
Rapor bi piraniya dengan hate pejirandin.
Di raporê de tê gotin:
Di dema operasyonê de binpêkirinên cidî li dijî jin û zarokan hatine kirin û hebûna leşkerên Tirkiyê li bakurê Qibrisê li dijî hiqûqa navneteweyî ye.
Her weke ji Enqere xwest ku hêzên xwe demildest û bi tevahî ji giravê derxîne, mafên mexdûran nas bike û ji bo wan mekanîzmayên dadperweriyê û tezmînatê pêk bîne.
Enqara biryarê red kir.
Cîgirê Serokomarê Tirkiyê Cevdet Yılmaz û Wezareta Karên Derve gotin;
“Ev biryar tu hukmê wê nîn e” û Parlamentoya Ewropayê bi alîgirtina aliyê Rûm tawanbar kirin.
Ev biryara PE careke din nîqaşa li ser hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Kibrisê û berpirsiyariya dewletan di warê hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan de xist rojeva navneteweyî.



