Li Hesekê şaredariyê bi dirêjahiya 7 km, 9 kolanên sereke zift kirin.
Xebatên ji bo zîftkirina 13 kolanên din didomin.
Şaredarî di çarçoveya plansaziya projeyan a sala 2026`an de xebatên ziftkirinê didomîne.
Serokê Beşa Lêkolînan a Şaredariya Gel a Hesekê Ehmed Şêxmûs got:
Plan hatiye kirin ku îsal 22 kolanên sereke û hejmarek ji kolanên din ên kurt çêkin.
Dirêjahiya kolanên ku hatine zîftkirin 7 hezar 115 metre ye.
Lêçûna vê yekê bi giştî gihaştiye derdora milyonek û nîv dolarî.
Li gorî planê dê xebat heta bidawîkirina zîftkirina 13 kolanên sereke yên din bidome.
Ehmed Şêxmûs da zanîn ku xebatên ziftkirinê dê heta bidawîkirina plansaziya sala 2026`an bidome.
Miqdara zifta ku îsal hatiye diyarkirin jî derdora 20 hezar metrekab e.



