Li Yemena du parçeye, dexta aloziyê careke din bilind bûye.
Hikûmeta ku ji aliyê navneteweyî ve tê naskirin êrişî Balafirgeha Navnetewî ya Sanaa ya di bin kontrola Hûsiyan de kir.
Hûsî jî Erebistana Siûdî ji êrişê berpirsyar nîşan didin û dibêjin wê bersivê bidin.
Hikûmeta Yemenê ragihand ku ji bo astengkirina balafireke Îranî li Sanaayê, rêya firînê ya li balafirgehê kirine armanc.
Li gorî hikûmetê, balafirê diviya bi rêyek din tevger kiriban, lê ev hewildan encam nedan.Berdevkê Artêşa Hûsiyan Yahya Saree got;
Erebistana Siûdî qonaxa kêmkirina aloziyê qedandiye û ev êrîş bê bersiv namîne.
Hûsiyan di heman demê de hişyarî dan ku dibe êrişî deverên Siûdiyê bikin.
Şandeyê Taybet ê NY ji bo Yemenê Hans Grundberg bang li hemû aliyan kir ku ji rêya dîplomasiyê ji xwere bingeh bigirin.
Çavdêrên siyasî jî hişyarî didin ku ger êrîş û bersiv berdewam bikin, agirbestiya sala 2022’an dikare bi tevahî hilweşe û Yemen dîsa bikeve nav şerekî berfireh.



