Çapemeniya Îranê lîsteyek bi sernavê “Tola Gelê Îranê” weşand.
Ev lîste Almanya xist nava alarmê
Hikumeta Berlînê hişyariya ku rejîma Îranê ji bo siyasetmedar û saziyên Ewrûpayî metirsiyeke cidî pêk tîne, dubare kir.
Rojnameya Hemşehrî ya Îranê di grafîkekê de navê gelek lîderên welatên rojavayî weşand.
Di nav wan de Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni, Serokomarê Fransa Emmanuel Macron û Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer jî hene.
Li ser grafîkê sernivîsa “Lîsteya kesên ku divê li benda tola gelê Îranê bimînin” hatiye nasandin.
Endamê CDU’yê Roderich Kiesewetter got;
Rejîma Îranê demeke li Rojava û Almanyayê planên êrîş û terorê amade dike.
Li gorî wî, rejîm bi rêya ideolojîya radîkal û terorê dixwaze hem navxweyî û hem jî li derve bêaramiyê ava bike.
Endamên Partiya Kesk û SPD jî hişyariya ku metirsî zêde ye dubare kirin.
Ew dibêjin weşandina lîsteyek wisan bê destûra an jî bê piştgiriya rejîma Îranê nepêkan e.
Ev cure bangewazî dikare kesên radîkal an jî êrîşkarên tenê bixîne tevgerê.



